Zana Farqinî: Ferhenga Kurdî-Tirkî


Zana Farqinî: Ferhenga Kurdî-Tirkî

Auf Lager

35,00
Preis inkl. MwSt., zzgl. Versand


Mögliche Versandmethoden: Selbstabholung, DHL

Ferhenga Kurdî-Tirkî ya Zana Farqînî, ferhenga kurdî-tirkî ya herî berfireh û mezin e. Ferheng di sala 2004'an de, ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatiye weşandin. Ferheng 2132 rûpel e û ebadên wê jî 16x23,5 cm ye. Ferheng tevî hev ji 166 hezar madeyî pêk tê. Ji van madeyan 131 hezar jê madeya destpêkê û 35 hezar jî berdewama madeyê ne. Bi gotineke din, 131 hezar peyv û 35 hezar jî biwêj û berdewama serê madeyê tê de cih digirin. Bi awayekî berfirehtir li ser wateya peyvan hatiye sekinandin û bergindên wan ên bi zimanê tirkî hatine dayîn. Ji bo hêsanî û fesîhbûnê jî da ku bikarhêner karibin jê hîn baştir sûd û kelk wergirin, piştî her wateya peyvekê hevokên nimûneyî jî hatine dayîn. Ev yek ferheng havildar û bikarbartir kiriye. Ev xebata duyemîn a Zana Farqînî ye, ku berê ferhenga Tirkî-Kurdî amade kiribû û dîsan Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ew di sala 2000'î de çap kiribû. Ferhenga Tirkî-kurdî jî ji 1278 rûpelan pêk tê û ebada wê jî 16x23,5 cm ye. Di vê ferhengê de, 40 hezar jê madeya destpêkê û 20 hezar jî berdewamiya madeyê, tevî hev 60 hezar made cih digirin. Ferhenga herî mezin a Tirkî-kurdî ye, tê de ji wateyekê zêdetir berginda peyvên tirkî yên bi kurdî hatine dayîn ü her wiha piştî dana berginda her wateyî, hevokeke nimûneyî jî hatiye pêşkêşkirin. Bi vê yekê ferheng bikarbartir ango pratîktir bûye.

------------------------------------------------------

Zana Farqinî

Ferhenga Kurdî-Tirkî

ISBN: 978-9-756282-18-2 - 2013 - 2132 rûpel

35,00 €

Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

Auch diese Kategorien durchsuchen: Kurdî, Türkçe, Kürdoloji Kitaplığı