Mehmed Uzun: Hawara Dîcleyê


Mehmed Uzun: Hawara Dîcleyê

Auf Lager

17,95
Preis inkl. MwSt., zzgl. Versand


Mögliche Versandmethoden: Selbstabholung, DHL

"Hawara Dîcleyê" li ser dengan ava bûye. Dengê jibîrbûyiyan û dengên jibîrbûyî. Jibîrbûyî kî ne? Jibîrbûyî; êzîdî ne, êzîdîyê ku ji ber talan û qirkirinan xwe spartîne çiyan, jibîrbûyî; suryan, keldan û nastûrî ne, miletên qedîm ên Mezopotamya, jibîrbûyî cihû ne, kurd in. Jibîrbûyî miletên ku di navbera herdû çeman de dijîn, li jêdera jiyanê, li dergûşa destpêka bajarvaniyê, hemû miletên Mezopotamya ne. Jibîrbûyî Mîrê Kurd, Mîr Bedirxan e. 
Mehmed Uzun, di vê romanê da wek dengbêjekî modern demekî gelekî xeter ji nû ve vedibêje. Me di şevhubêrkên şevên windayî da bi ronahiya çira û qendîlan bi dengê zîz yê dengbêjan tevî xweşdengiya pêlên Dîclê perav bi perav dibê warê bav û kalan, welat û bajarên qedîm; li Cizîra Botan, li Mûsil, Nînova, Hekar, Ormiye, Wan, Samsûn, Stenbol, Girît û Şamê gav bi gav digerîne. Çîroka me ya qedîm, ji mera nuh ve dibêje. 
"We xwest, ez ê ji bibêjim. Qendîlê pêxin û li dengê jibîrbûyiyan guhdarî bikin."

-----------------------------------------------------------

Mehmed Uzun

Hawara Dîcleyê

ISBN: 978-6-053750-36-9 - 2013 - 750 rûpel

Weşanên İthaki

17,95 €

Diese Kategorie durchsuchen: Kurdî