Mehmed Uzun: Tu


Mehmed Uzun: Tu

Auf Lager

11,95
Preis inkl. MwSt., zzgl. Versand


Romana rojên giran. Wan rojên êş, tenêbûn û hawar hawarê. Rojên ku dikarin derî û rê li ber nivîskariyê vekin. Di van rojên wisa de, çareyek, dermanek, pencereyek û rojingek divê; ji kesê umîdwar re. Lehengê romana "tu" xwe bera nava çanda kurdî ya ku weke aveke herikîn û cemidî ye dide. Di nav pêlên jiyana malkambax de, "dapîr", "rojên berê", şevbuhêrk, dîmenên cografya rengîn ên zarokatiyê dihêlin ku lehengê "tu"yê avjeniyeke bi hosteyî bike. 

Motîfên Rojhilat, bi teknîka Rojava hatine hûnandin. Ziman, çand, folklora gelêrî, serpêhatin, edet, tore û zengîniya kurdan a cografîk wekî sûretekî antîk hatine raxistin li ber çavan. Dema roman diqede, çêja jan û keseran a ku bi hêviyên xurt û vîneke polayî wergeriyane serkeftineke nefsbiçûk, ji dilê mirov dinuqite, dilope.

Diese Kategorie durchsuchen: Kurdî