Abdullah Öcalan: Şaristanî


Abdullah Öcalan: Şaristanî

Auf Lager

10,00
Preis inkl. MwSt., zzgl. Versand


Rêberê gelê Kurd Abdullah ÖCALAN di destpêka pareznameya xwe, ya Pirtûka Yekemîn a bi navê “Manîfestoya Civaka Demokratîk - Şaristanî” de: “Wexta ku wan ez xistim girtîgeha Îmraliyê ya pêşî ez pêşwazîkirim di asta serokatiyê de nûnera Komîteya Pêşîgirtina Li Êşkencê CPTyê ya bi ser Konseya Ewrûpayê bû. Gotina wê ya pêşî kir wiha bû: -‘Tu yê di vê girtîgehêde bimînî, em ê jî bi Konseya Ewrûpayê vir kontrol bikin û hewl bidin hin çareseriyan bibinin.’- .... wexta têkiliyên perjewendîperest ên Yewnanistanê bi Tirkiyeyê re li vê yekê zêde bûn ‘Di Serdema Xwedayên bê maske û qralên tazî de’ bi awayekî welê ez li zinarên Îmraliyê çarmix kirim ku destana Prometheus li ber ne tiştek bû. ...”

Rêzdar Abdullah ÖCALAN, li ser merc û derfetên xwe, yên girtigehê jî weha dibêje: “Ez vê pareznameyê li Girava İmraliyê din av tecrîdkirineke mutlaq de dinivîsim. Derfetên min ên lêkolîn û lêgerîna têne zanîn nînin, her wisa ev rêyek e ku min tercih nekiriye û nakim. Pêşengên mirovatiyê ku yek bi kêra yê din hatiye ji bo min çavkaniyên sereke bûn û hewce nabînim berhem û navên wan li vir rêz bikim. ... Bi vê baweriyê, vê parêznameya xwe diyarî wan kesan dikim ku zanîbûn û wê bizanin bi dostî û hevaltî bimeşînin.”

Rêberê gelê Kurd Abdullah ÖCALAN di vê pirtûka xwe, ya yekemîn a bi navê Manîfestoya civaka demokratik- Şaristanî –( Serdema Qralên Li Piştperdeyê û Xwedayên Bi Maske) de li ser mijarên di bin navê “Naveroka Pirtûkê” de hatine destnîşankirin rawestiya ye û bi şêweyeke felsefî, van mijaran nirixandi ye. 

Kunden, die dieses Produkt gekauft haben, haben auch diese Produkte gekauft

* Preise inkl. MwSt., zzgl. Versand

Diese Kategorie durchsuchen: Kurdî