Abdullah Öcalan: Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê


Abdullah Öcalan: Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê

Auf Lager

10,00
Preis inkl. MwSt., zzgl. Versand


Mögliche Versandmethoden: Selbstabholung, DHL

Rêberê gelê Kurd Abdullah ÖCALAN, di destpêka pêşgotina pirtûka xwe, ya çaremîn a Manîfestoya Civaka Demokratîk- Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk de li ser dîrokê weha dibeje: “Ez di vê beşa parêznameya xwe de çanda Rojhilata Navîn hûrdikolim. Eger mirov vê çandê fêm neke ku di dîroka mirovatiyê  ya gerdûnî de timî bi rola çavkaniyê rabûye, xwenaskirin û binavkirina ferd jî wê sereserebe, û wê bêmane be. Divê mirov hay jê hebe ku çanda Ewrûpayê ya hegemon a hemdem jî di bingeha xwe de varyanteke çanda Rojhilata Nevîn e. Tevî ku ji xwe re qonaxeke pêşketî, ya zanistî pêk aniye jî çanda Rojhilata Navîn hê jî li pêşiya vê çandê bi roleke diyarker a çarenûsî radibe û ji vê paşve namîne. Badilhewa nîne ku wexta roja me ya îro behsa lihevkirin û pevçûna di nav bera çand û şaristaniyê de tê kirin, tavilê ev herdu çand têne bîra mirovan. Ev tesbîtên me kirî li aliyekî têgîna şaristaniya navendî jî piştras dikin.

Min di beşen pêşî, yên pareznameya xwe de hewl dabû gerdûnîbûnê bi nav bikim û bidim naskirin. Beşa Rojhilata Navîn bi tenê di nava vegotina gerdûnî de dikare bê îfadekirin. Jixwe ew bi xwe reh û damara sereke ya gerdûniyê ye.

... Ferd berhemê dîrokê ye, rewşa berçav a dîrokê ye, eger bijî roja îro ya dîrokê ye. Wexta ez dibêjim dîrok bêguman di maneya civaka dîrokî de bi kar tînim.

Ji vê dîroka min hewl de bidim naskirin encama pêşî û herî girîng min derxistî ew e ku di asta klanekê de be jî hem di çarçoveya teng de û hem jî di çarçoveyeke fireh de mirov heta civaka mensûbê wê ye, ji hev dernexe wê nikaribe bibe insen. Îro di civakê de înkar û asimilasyona bi darê zorê timî li ser kar e. Ev jî dibe çavkanî û sedem ku mirov maneyê ji dest bide. Kom û ferden div an pêvajoyan re derbas dibin, mirov dikare ji wan re kom û ferdên negatif bibêje. ...”

Rêberê gelê Kurd Abdullah ÖCALAN di vê pirtûka xwe, ya çaremîn a bi navê Manîfestoya civaka demokratik- Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şarıstaniya Demokratîk de li ser mijarên di bin navê “Naveroka Pirtûkê” de hatine destnîşankirin rawestiya ye û bi şêweyeke felsefî, van mijaran nirixandi ye. 

Kunden, die dieses Produkt gekauft haben, haben auch diese Produkte gekauft

* Preise inkl. MwSt., zzgl. Versand

Diese Kategorie durchsuchen: Kurdî