Mahmut Yamalak: Tarîderya


Mahmut Yamalak: Tarîderya

Zur Zeit nicht lieferbar

Bei Verfügbarkeit benachrichtigen
10,95
Preis inkl. MwSt., zzgl. Versand
Mögliche Versandmethoden: Selbstabholung, DHL

Di hezîrana sala 1998 an de, li perava bajarekî Îtalya, keçeke biçûk tê dîtin. Cendekên bi hezaran rêwiyên keştiya k udi Behra Spî de nav bûbû, gihîştibû peravên vî bajarî. Di nava miriyên fetisî de, kurd, peştû, faris, hind û reşik, jig elek gelan bi hezaran kes hebûn.

Li hember bûyereke wisa trajîk, dîtina bedenê keçek biçûk, bûyereke ji rêzê bû. Çîroka me ji vir destpê dike.

Romana Tarîderya, dikeve pêy trajediya gelên Rojhilata Navînû pêy bîranînên kesayeti yên Mari ya Roavayî an Keça kurd Sîya, ya ku pîştî keştiya noqavbûyî, li jiyanê maye, ku girêkê ji hev veke.

Koçberên ku ber bi Rojava direvin, ango li ser riya hêviyan, bi pirsgirêkên bêçaretiyê, bi êş û eleman û bi wendakirina hiş ve rû bir û dimînin.

Ev bûyer, hem di warê teknîkî ya nivîsîna romanê de û hem bi naveroka xwe, bi vegotineke tije, digihîje xwendevanan. Maria ku hafıza xwe wenda kiriye, bi alîkariya hevalên xwe, dikeve ser riya rabirdû û nasnameya xwe. Yeka çawa bû, çawa ketibû vî halî, ew qezaya bêkeys çawa hatibû serê wê, niha Maria kî ye, Sîya kî ye? Bêhêvîtî, tunebûn, xetereya domdar…

Nivîskar Mahmût Yamalak, piştî romana xwe ya “Mermer Kanatlı Kuşlar” ku pir hatibû ecibandin û çapa duyem kiribû, niha jî bi romana xwe ya kurdî “Tarîderya” derdikeve pêş xwedevanan. Yamalak di romannivîsê de her diçe bi ber hostetiyê ve dimeşe.

Kunden, die dieses Produkt gekauft haben, haben auch diese Produkte gekauft

* Preise inkl. MwSt., zzgl. Versand

Diese Kategorie durchsuchen: Kurdî